Bereya Aştî û Azadiyê: Selametiya Şivan Îbrahîm û rojnamevanên din ji Rêveberiya Xweser dizanin

Bereya Aştî û Azadiyê piştevaniya xwe ligel hejmarek ji medyakar û nivîskaran nîşan da
Civîna ragihandina Bereya Aştî û Azadiyê
Civîna ragihandina Bereya Aştî û Azadiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Bereya Aştî û Azadiyê piştevaniya xwe ligel hejmarek ji medyakar û nivîskaran nîşan da û berpirsatiya selametiya wan dixe stûyê Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk.

Bereya Aştî û Azadiyê ya Sûrî, roja di daxuyaniyekê de ragihand, bereyê roja 15ê Cotmehê civîna xwe “online” girê da û tê de rewşa siyasî û meydanî ya Sûriyê, rewşa opozîsyona Sûriyê û dawî pêşhatên Komîteya Destûrê hatin guftûgokirin.

Bereyê amaje bi êrîşên grûpa Ciwanên Şoreşger ên li ser xwepêşandanên berî çend rojan yên li Rojavayê Kurdistanê kir û kiryarên Rêveberiya Xweser şermezar kir û got: “Ciwanên Şoreşger li pêş çavên hêzên ewlekariyê êrîşî ser xwepêşandêran kirin û li wan dan.”

Di beşeke daxuyaniyê de hat, “Bereya Aştî û Azadiyê piştgiriya temam ji bo endamê Nivîsgeha Ragihandinê ya Bereya Aştî û Azadiyê Şivan Ibrahîm û hejmareke medyakar û nivîskarên din nîşan dide ku ew li ser rûpelên tora civakî yên ji Rêveberiya Xweser ve nêzîk in, rastî gefên cidî hatine.”

Bereya Aştî û Azadiyê berpirsatiya selametiya wan medyakar û nivîskaran dixe stûyê Rêveberiya Xweser û HSDê û bang li Amerîkî û rêxistinên yasayî û mirovî dike, fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bike, ta ku dest ji van siyasetan berdin.

Hejmarek li ser Facebookê ku tê texmîn kirin ku girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger e, gefên veşartî li rojnamevanên ku rewşê dişopînin û çavdêriya binpêkirinan li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de dikin, xwarin.