Pîrozbahiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo bîranîna jidayîkbûna Hezretî Muhemed

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya bîranîna mewlûd û jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed (silavên Xwedê lê be) peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya bîranîna mewlûd û jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed (silavên Xwedê lê be) peyamek belav kir û ragihand; pîrozbahî li Misilmanên Kurdistan û cîhanê dike.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya bîranîna jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed (silavên Xwedê lê be) pîrozbahiya herî germ arasteyî Misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.

Ez hêvî dikim, bîranîna jidayîkbûna Pêxember, bibe havêna xêr û xweşî û bextewerî û bihêzbûna nirx û bingehên bilind û ruhî yên olî, weke lêborîn û pêkvejiyan û hevqebûlkirin û dadperweriyê.

Bîranîna jidayîkbûna Pêxember, pîroz be û Xwedayê mezin, gelê Kurdistanê û mirovahiyê bi giştî, ji hemû nexweşî û azaran biparêze.