Li Rojavayê Kurdistanê 9 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 9 kesan canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 9 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 252 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 12 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 32398 kesan, ji wan 2315 kes baş bûne û 1129 kesan jî canê xwe ji dest dane.