Mesrûr Barzanî: Xweşhal bûm beşdarî di merasîma bîranîna jidayikbûna Pêxember de kir

Li Hewlêrê merasîma taybet a bi bîranîna mewlûda Pêxember hat kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê beşdarî merasîma bîranina jidayikbûna Pêxemberê Îslamê bû.

Îro Duşemê 18ê Cotmehe, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma bîranina jidatikbûna Pêxemberê Îslamê bû û serdana mizgefta Şêxê Çolî li bajarê Hewlêrê kir ku salane merasîma taybet a bi bîranîna mewlûda Pêxember li tê kirin.

Piştî beşdarîkirinê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xweşhaliya xwe nîşan da û li twittera xwe nivîs: “Îro xweşhal bûm li mizgefta Şêxê Çolî li bajarê Hewlêrê beşdarî di merasîma bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Mihemed (silavên Xwedê lê be) kir.