Akademîsyen Osman Aslanoglu emojî û stîckerên Kurdî amade kirin

Ji bo ku di medyaya civakî de bikaranîna zimanê Kurdî belav bibe ji bo Whatsappê emojî û stîkerên Kurdî hatin amadekirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Ji bo ku di medyaya civakî de bikaranîna zimanê Kurdî belav bibe ji bo Whatsappê emojî û stîkerên Kurdî hatin amadekirin. Xebata ji aliyê Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Dîcleyê Osman Aslanoglu ve hatî amadekirin peyvên jiyana rojane pratîze dike û xweîfadekirina bi Kurdî hêsan dike.

Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê Doç. Dr. Osman Aslanoglu ji bo bikaranîn û belavkirina zimanê Kurdî di medyaya civakî de xebateke rengîn û balkêş amade kiriye.

Aslanoglu bernameya Whatsappê ku di cîhanê de rêbaza herî gelek tê bikaranîn ya peyaman e ji bo xweîfadekirina Kurdî stîcker û emojiyên Kurdî dirust kiriye û tîne zimên ku bi vê rêbazê bikaranîna Kurdî hêsantir dibe. Akademîsyenê Zanîngeha Dîcle amaje dike ku bi taybetî ji bo ku ji aliyê nifşên nû ve Kurdî were bikaranîn ev xebat bibandor û girîng e.

Osman Aslanoglu ji K24ê re diyar kir: “Dema em bi hevalan re dipeyîvin heval pirr caran xwe diavêjin ser tirkî, bersivên kurt ên bi tirkî diavêjin, an jî emojî û stîckerên bênivîs ku ne diyar e çi ye diavêjin. Min jî got dema em peyaman dişînin hevalên xwe re bila Kurdî di nava jiyana me de be. Her roj bi saetan em Whatsappê bi kar tînin lê tê de Kurdî tine ye. Ji bona wê min got ez tiştekî çêkim ku hem nivîs hebe, hem jî stîcker û emojiyên cuda û balkêş û rengîn bikim nav de ku ew kesên dixwazin kurdî binivîsin lê nizanin jî, bikaribin zimanê xwe bi kar bînin.”

Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Osman Aslanoglu dibêje pêwîst e her kurdek li gorî derfetên xwe û pîşeya xwe xizmeta zimanê Kurdî bike û û bang dike ku kesên di qada xwe de pirspor in derbarê pîşeya xwe de bername an jî ferhengên Kurdî amade bikin. Aslanoglu dibêje emojî û stîckerên Kurdî jî bo xizmeta zimanê Kurdî di vê çarçoveyê de hatine dirustkirin.

Osman Aslanoglu got: “Gelek kes hene ku qada wan e, xebata wan li ser wî karî ye, endazyar in û ji grafîkan fam dikin, çi ji destê wan were divê ji bo zimanê Kurdî bikin. Belkî ji derva wek gavek biçuk tê dîtin, lê dema dadikeve qadê bi sedhezaran ji van sûdê werdigrin û xebata wan dike Kurdî û jiyana wan diguherîne.”

Emojî û stîckerên Kurdî yên ji bo Whatsappê hatine amadekirin bi zaraveyên kurmancî û zazakî ne û di her paketekê de 30 emojî û stîcker hene û li gorî Apple Store û Androîdê hatine amadekirin. Osman Aslanoglu dide zanîn ku xebata wî hîn jî didome û her dema emojî û stîckerek Kurdî dirust dike ew li bernameyê bar dike û her kesên bixwazin dikarin ji AppleStore û Androîdê daxînin.