Amerîka: Serkirdeyekî El Qaîdeyê hat kuştin

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragihand; li bakurê rojavayê Sûriyê serkirdeyekî bilind ê rêxistina El Qaîdeyê hat kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragihand; li bakurê rojavayê Sûriyê serkirdeyekî bilind ê rêxistina El Qaîdeyê hat kuştin.

Washington ragihand; vê sibê 23ê Cotmehê li bakurê rojhilatê Sûriyê bi rêya êrîşeke dronan, serkirdeyê diyar ê rêxistina El Qaîdeyê Ebdulhemîd Meter hat kuştin.

Herwiha ragihand; li ser ziyanên rêza welatiyên sivîl, ti ziyanek li ber dest tune ye û êrîş bi rêya drona MQ-9 ve hatiye encamdan.

Hat diyarkirin ku bi kuştina wî serkirdeyê El Qaîdeyê, bandor li ser şiyanên wê rêxistinê dibe, bi taybetî dariştin û plankirina êrîşên cîhanî, ku dibin sedema kuştina bi hezaran kesan.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê eşkere kiriye ku Amerîka armanckirina DAIŞ, El Qaîde û rêxistinên din ên terorê didomîne.

Beriya niha artêşa Amerîkayê ragihandibû; bi rêya êrîşeke esmanî, serkirdeyê diyar ê El Qaîdeyê Salim Ebû Ehmedî hatiye jinavbirin.