Biryara Doza Pirsûsê.. Malbat û parêzeran bertek nîşan dan

Tawanbarê kuştina 33 ciwanên ku di êrişa DAIŞê ya li Pirsûsa Rihayê canê xwe ji dest dabûn bi 34 caran sizayê heta hetayê hat sizakirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Tawanbarê kuştina 33 ciwanên ku di êrişa DAIŞê ya li Pirsûsa Rihayê canê xwe ji dest dabûn bi 34 caran sizayê heta hetayê hat sizakirin. Dadgeha Rihayê, biryar da ku ji ber gotinên di pêvajoya parastina wan de doz li mexdûrên êrişê jî bê vekirin. Parêzer û malbatên qurbaniyan û parlememterên HDPê û CHPê bertek nîşanî biryara dadgehê dan û gotin; ev êrişeke rêkxistî bû û tawanbarên rasteqîn tên parastin.

Dadgeha Sizayê Giran ya 5emîn ya Rihayê di rûniştina 21an de biryar da. Dadgehê, 34 caran sizayê giran yê heta hetayê li tawanbarê êrişê Yakup Şahîn birî.  Dadgehê biryar da ku dosyeya tawanbar Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî bê veqetandin û xebatên lêgerîna wan berdewam bike. Rûniştinên doza Pirsûsê 21 caran birêve çû. Dadgehê ji ber gotinên wan yên di pêvajoya dadgehkirinê de biryar da ku doz li hinek malbatên qurbaniyan û mexdûrên êrişê jî bê vekirin. Hevserokê Partiya Sosyalîst ya Çewisandî Şahîn Tumuklu ku ew jî di êrişê de birîndar bibû got; yên ku ev êriş plan kirine tên parastin.

Hevserokê Espê Şahîn Tumuklu ji K24ê re got: “Em ji destpêka vê dozê ve dibêjin; ev dozeke siyasî ye. Şandeyên dadgehê jî bi taybetî hatibûn bijartin. Hemû daxwazên me red dikirin.  Dadgehê dixwest ku vê dozê zû bigre.  Bi van bûyer û dozên wiha dixwazên daxwazên kurdên bên astengkirin. Wan ciwanan dixwest ku pişgiriya gelê kurd bikin lê rejîmê rê li ber vê yekê girt.”

Rûniştina dozê li holeke Gigtîgeha navçeya Cirnê Reş ya Rihayê pêk hat. Parêzgeriya Rihayê ji ber dozê ji bo hefteyeke hemû cûre çalaki li derdora girtîgehê qedexe kir. Malbatên qurbaniyan, parêzer, siyasetmedarên HDP, CHP û ESPê beşdarî rûniştinê bûn. Carcaran di navbera beşdaran û şanda dadgehê de nîqaş derketin. Berdevka HDPê û parlementera Mêrdînê Ebru Gunay got; tawanbarên rasteqîn nehatin sizakirin, ev tawaneke rêkxistî ye, berpirs hatin parastin û dosye tê girtin.

Peyvdara HDPê û Parlementera Mêrdînê Ebru Gunay got: “Tenê tawanbarekî di vê dozê de hat darizandin lê ew jî ti caran neanîn dadgehê. Ew hat sizakirin lê em dizanin kesekî tenê nikarî vê êrişî plan bike. Biryar ne biryareke dadwerane bû. Heta ku tawanbarên rasteqîn bên sizakirin em ê bi malbatan re têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Piştî rizgarkirina bajarê Kobanî ji destê DAIŞê, di 20ê Tîrmeha 2015an de hejmareke ciwanên ser bi Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûsê civiyan û xwestin ku ji bo zarokên Kobaniyê pêlîstok û kelûpelên arîkariyê bibin. Di dema daxuyaniya ciwanan de xwekujekî endamê DAIŞê bombeyên li ser xwe di nava girseyê de teqand. 33 ciwanan canê xwe ji dest da û 104 kes jî birîndar bûn.