Ji ber hişkesaliyê ava çemê Dîcleyê kêm dibe

Ji ber hişkesaliyê û girtina du bendavên li ser çem, av kêm dibe.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Ji ber hişkesaliyê Çemê Dîcleyê çik dibe. Bi taybetî îsal ji ber hişkesaliyê û kêm barîna berf û baranê rêjeya ava çemî gelek daketiye, ajalên avî dimirin. Pisporên avê dibêjin; sedemên kêmbûna vê gerimbûna gerdûnî ye û heger tedbîr neyên girtin, alternatîvên cida neyên bikaranîn dê ava çemî bi temamî çik bibe.

Hişkesaliyê bandor li ava Çemê Dîcleyê jî kir. Ji ber hişkesaliyê û girtina du bendavên li ser çem, av kêm dibe.  Alajên avî jî dimirin. Li gorî daneyên saziya keşûhewayê di zivistanê de têr berf û baran nebarî. Di mehên pehîzê de jî baran nebariya û rêjeya ava çem kêmtir bû. Mamosteyê Beşa Bîyolojiyê li Zanîngega Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet Kiliç got; divê demildest çavkaniyên alternatîv werin dîtin û av bi kontrolî were bikaranîn.

Prof. Dr. Ahmet Kiliç ji K24ê re got “Ji ber gerimbûna gerdûnî av kêm dibe. Çemên Dîcle û Firatê ava xwe ji berf û baranê digirin. Divê em avê îsraf nekin. Divê em ji çavkaniyên alternatîv yên wekî enerjiya bayê, enerjiya tavê sûdê werbigirin. Divê em êdî sotemeniya fosîlan bikarneînin. Heger em van tiştan bikin dibe ku rewşa keşûhewayê wekî berê xweş bibe. Eger na, dê rewş ji îro xirabtir jî bibe.”

Çemê Dîcleyê ji bajarê Xarpêtê dest pê dike di nava bajarên Diyarbekir, Êlih, Mêrdîn û Şirnexê re derbas dibe û digihe çemê Xabûr û Firatê û diherike ser Kendava Besrayê. Çemê Dîcleyê bi sedan sal e bûye yek ji çavkaniya ava vexwarin û cotkariyê.  Di mehên pehîzê de av lê kêm dibû, di mehên biharê de bi ava berfê, av lê zêde dibû. Lê îsal ji ber ku li herêma Diyarbekir û Elezîzê berf û baran kêm bariya ava bendav û çem jî kêm bû. Welatî dibêjin; wan ti caran rêjeya avê evqas kêm nedîtibû.

Welatî Serdar Kurt dibêje: “Kevir tenê mane. Lazim e mirov avê bi tedbîr bikarbîne. Keşûhewa guheriye, hişkesalî çêdibe. Av çik bibe ev ji bo hemû mirovan xirab e.”

Welatî Mehmet Seçkîn jî diyar dike: “Ez her sal têm Diyarbekirê lê min ti caran av wiha kêm nedît. Min got qey pêşiya avê girtine. Av ji bo me gelek girîng e. Îsal me baran nedît, divê em avê bi tedbîr bikarbînin. Serfkirina avê heram e.”

Pisporên avê dibêjin; Tirkiye ne welatekî têrav e û sedemekê vê jî kêmbarîna berfê ye. Pispor dibêjin;  ji ber kêmbûna avê divê li mal û kargehan û di cotkarî qada pîşesaziyê de av bi tedbîr were bikaranîn.