Rosneft: Serdema petrola erzan derbas bû

Serokê Kompaniya Rosneftê Îgor Seçîn ragihand; hewldanên sînordarkirina pêşxistina çavkaniyên klasîk ên enerjiyê bûne beşek ji sedema bilindbûna buhayê petrolê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Kompaniya Rosneftê Îgor Seçîn ragihand; hewldanên sînordarkirina pêşxistina çavkaniyên klasîk ên enerjiyê bûne beşek ji sedema bilindbûna buhayê petrolê, ev jî nîşaneya wê yekê ye ku serdema petrola erzan derbas bû.

Îgor Seçîn îro pêncşemê beşdarî Foruma Aboriyê ya Ewropî ya Asyayî bû û ragihand: “Sînordarkirina pêşxistina çavkaniyên klasîk ên enerjiyê dibe sedema kurtanîna berhemanîna daxwazkirî ji bo parastina berhema enerjiyê û ev jî sedemeke zêdebûna buhayê petrolê ye.”

Seçîn diyar kir: “Bilindbûna buhayê petrolê, dibe sedema hêdîbûna geşeya aboriyê û ji niha şûnde serdema erzaniya buhayê enerjiyê derbas bû, ku nêzîkî 100 sal bû berdewam e.”

Herwiha eşkere kir: “Guherîna peykerê sektora enerjiyê ya cîhanê divê bi awayekî hevseng be, da ku rêgirî li têkçûna aboriya cîhanê were kirin.”

Serokê Kompaniya Rosneftê destnîşan kir ku bilindbûna buhayê gazê, dibe sedema zêdebûna daxwaza li ser petrolê bi radeyekê rojane milyonek bermîl û ev jî di encamê de buhayê petrolê zêde dike.