Li Diyarbekirê gotûbêjên Avestayê bi beşdariya nivîskaran hat li darxistin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Gotûbêjên Avestayê yên wêjeyî ku li bajarên Bakurê Kurdistanê tên li darxistin li Diyarbekirê jî bi beşdariya wêjehez û nivîskaran bi babeta wêjeya zarokan bi rê ve çû. Rayedarên Avestayê balê dikêşin ku di warê xebatên Kurdî de ev demek e bêdengiyek heye û wan xwestiyê vê bêdengiyê bi dawî bikin.

Li Bakurê Kurdistanê piştî bêdengiyek dirêj careke din ji aliyê sazî û dezgehên ku xebatên xwe bi Kurdî dikin ve tê xwestin ku qada xebatên Kurdî careke din geş bibe. Di vê çarçoveyê de Weşanxaneya Awestayê li bajarên Bakurê Kurdistanê xebatek bi navê Gotûbêjên Avestayê li dar dixe. Di vê çarçoveyê de li avahiyên dîrokî yên Sûrê bi beşdariya wêjehezan û nivîskaran gotûbêj tên kirin. Berpirsa Weşanên Avestayê Songul Keskîn balê dikişîne ku bêdengiyek wisa kur û mezin çêbibû ku Kurd hatibûn wê astê ku bêjin em hene.

Berpirsa Weşanên Avestayê Songul Keskîn ji K24ê re got: “Di Kurdan de di warê Kurdî de ev çend sal in gelek bêdengiyek mezin heye. Ji dema xendeqan ve dest pê kir û paşê jî pandemî hat û her tişt gelek paş ve çû, em hatin wê astê ku em bêjin em hene. Vê demê piçekî rihetî çêbû û me jî li gelek bajaran li Stenbolê, Diyarbekirê, Mêrdînê, Batmanê Wanê, gotûbêjên Kurdî me dane destpêkirin.”

Mijara Gotûbêjên Avestayê ya vê hefteyê Wêjeya Zarokan bû ku ji aliyê axaftvanên gotubêjê nivîskarên wek Mem Artemêt û Murad Dildar ve girîngiya xwendina pirtûkên zarokan hat nirxandin. Nivîskar Murad Dildar anî zimên ku pirtûkên bi rêbazên pedogojîk hatine nivîsîn dikarin di warê xwendina bi zimanê zikmakî de bandoreke baş li zarokan bikin.

Nivîskar Murad Dildar dibêje: “Ji bo ku zarok bi Kurdî bixwînin çîrokan dinivîsim. Wekî ku em dizanin zarokên me bi pirranî êdî zimanê me nizanin. Bi zimanê me xeber nadin. Ji bo xeber bidin û hîn bibin jî derfetên me kêm in. Ji lewma ez çîrokan dinivîsim ku zarokan bi çîrokên me hinek bi Kurdî germ bibin û bi zimanê xwe bixwînin. Gava ji aliyê pedagojik û psikolojik baş bê nivîsandin tesîrekî pirr baş li ser zarokan tê kirin. Bi çîrokan dikarin dinyayê fam bikin û jiyanê fam bikin, bi çavekî cûda li jiyanê binerin.”

Gotûbêjên Avestayê yên ku li Stenbolê û li bajarên Bakurê Kurdistanê tên li dar xistin li bajarên wek Diyarbekir, Wan û Batmanê û her wiha çend bajarên din ên Bakurê Kurdistanê bi mijarên cûrbecûr dê bidome û bi vê yekê tê xwestin ku tevger bikeve nava qada xebatên bi Kurdî.