Li çendîn deverên Herêma Kurdistanê projeyên ava vexwarinê tên cîbicîkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rizamendî nîşan da ji bo cîbicîkirina projeya ava vexwarinê li çend taxên li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rizamendî nîşan da ji bo cîbicîkirina projeyên ava vexwarinê li çend taxên li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê.

Fermangeha Medya û Zanyarî ragihand: “Bi mebesta cîbicîkirina çend projeyên avê li Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî nîşan da li ser terxankirin û xerckirina milyarek û 805 milyon û 804 herzar û 860 dînar, ji bo projeyên 'Danîna Tora Ava Vexwarinê' ya çendîn taxên li bajar û bajarokên Kurdistanê.”

Hat ragihandin ku proje li van deveran dê werin cîbicîkirin:

- Taxa Cundiyan a li Soranê

- Ava gundên Şawrawe û Hawdiyan ên li nahiya Diyana

- Danîna çar sêt buster ji bo projeya ava Zargelî

- Danîna du sêt buster ji bo projeya ava Serçawe

- Dabînkirin û danîna du sêt buster ji bo projeya Sirêşme

- Ava gundê Coner ê li nahiya Xelîfan

Fermangeha Medya û Zanyarî amaje bi wê yekê jî kir ku ew pere dê bi awayê neqdî û qonax bi qonax ji budceya veberhênanê ya Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê were xerckirin.