Elon Musk: Ez ê bi şertekî cîhanê ji birçîtiyê rizgar bikim

Bersiv da berpirsê Neteweyên Yekbûyî ku gotibû %2yê serweta wî têra rizgarkirina cîhanê ji birçîtiyê dike.
Elon Musk
Elon Musk

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwediyê kompaniyên SpaceX û Teslayê û kesê herî dewlemend ê cîhanê Elon Musk ragihand; ew amade ye ku cîhanê ji birçîtiyê rizgar bike, lê belê bi şertê ku Neteweyên Yekbûyî îsbat bike ku %2yê serweta wî têra rizgarkirina cîhanê ji birçîtiyê dike.

Hefteya borî hat ragihandin ku serweta Elon Musk gihiştiye 300 milyar dolar. Rêveberê Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî David Beasley jî diyar kir ku %2yê serweta Elon Musk ji bo dawîbûna birçîtiya li cîhanê, bes e.

Kovara Forbes a Amerîkî jî ragihand ku ji ber peymana firotina 100 hezar otomobîlên Tesla, Elon Musk di nava rojekê de 41 milyar dolar qezenc kiriye û buhayê pişkên kompaniya wî bilind bûye.

Musk li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv da berpirsê Neteweyên Yekbûyî û got: “Eger Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî îsbat bike ku çawa 6 milyar dolar dikare pirsgirêka birçîtiya cîhanê bi dawî bike, ez ê rasterast pişkên Teslayê bifiroşim û wan pereyan bibexşînim.”