Hêzên Iraqê ji bo pêkanîna lîwayên hevbeş xemsar in

Çekdarên DAIŞê li wan deveran gelek caran êrîş dikin ser hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê.

Hewlêr (K24) – Hêzên Iraqê hîn jî hemaheng nîn in ji bo pêkanîn lîwayên hevbeş ên ligel hêzên Pêşmerge ji bo kontrolkirina rewşa ewlehiyê ya deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê, ku çekdarên DAIŞê li wan deveran gelek caran êrîş dikin ser hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê. Li gor gotina çavdêrên siyasî, hikûmeta Iraqê bi mebesta lawazkirina pêgeha Kurdan li wan deveran, ne amade ne ku valahiya ewlehiyê tijî bikin.

Valahiya ewlehiyê ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê derketiye holê, wisa kiriye ku DAIŞ xwe rêk bixe û êrîş bike ser hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê û welatiyan û zirar bide canê wan.

Li gor gotina berpirsên Pêşmerge, piştî çendîn civînên ligel berpirsên ewlehiya Iraqê, hîn jî bi kirdarî ti pêngavek neavêtine ji bo pêkanîna du lîwayên hevbeş.

Endamê Lijneya Pêşmerge yê li Parlamentoya Kurdistanê Hîkmet Mihemed diyar dike ku ji ber lawaziya hêzên Iraqê, DAIŞ bi hêz bûye û hêzên Iraqê nikarin valahiya ewlehiyê tijî bikin.

Tevî lawaziya hêzên Iraqê ji bo kontrolkirina deverên Kurdistanî, hikûmeta Iraqê jî bi mebesta lawazkirina pêgeha Kurdan li deverên Kurdistanî, rêgirî dike ku hêzên Pêşmerge vegerin wan deveran û rewşa ewlehiyê ya wan deveran kontrol bikin. Çavdêrê siyasî Ebûbekir Karwanî jî di wê baweriyê de ye ku hikûmeta Iraqê ji bo lawazkirina pêgeha Kurdan li wan deveran, vê siyasetê dimeşîne.

Çend roj berê çekdarên DAIŞê careke din li Mîhwera Pirdê êrîş kirin ser hêzên Pêşmerge û du pêşmerge şehîd kirin. Fermandarên Pêşmerge sedema sereke ya êrîşên DAIŞê ji ber hebûna valahiya ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de dibînin, ku hêzên Iraqê amadeyê hemahegiyê nîn in.