Nêçîrvan Barzanî: Hewla kuştin Kazimî şermezar dike

Serokê Herêma Kurdistanê hewla kuştina Kazimî bi “geşedaneke metirsîdar” bi nav dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hewla kuştina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şermezar kir û bi “geşedaneke metirsîdar” bi nav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li twittera xwe nivîsî: “Ez hewldana têkçûyî ya kuştina Serokwezîr Mistefa Kazimî ya îro berbangê bi riya droneyekê li cihê rûniştina wî li Bexdayê pêk hatiye, şermezar dikim. Spasiya Xwedê dikim ji bo selametiya wî.”

Herwiha got: “Ev kiryara terorîstî geşedaneke metirsîdar e ku gefê li ewlehî û aramiya welat dixwe û pêşbîniya encamên xirab dike. Ez bang li her kesî dikim ku xwe bigirin.”

Ev peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî wê tê, Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, îro Berbangê mala Serokwezîrê Iraqê rastî êrîşekê hat.

Diyar kir jî, hewla kuştina Kazimî bi riya droneyeke bombekirî hat kirin ku cihê rûniştina wî ya li Herêma Kesk a Bexdayê armanc kir.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi xwe jî li twittera xwe belav kiribû, ew selamet e û daxwaza xwegirtinê ji hemû aliyan kiribû.