Platforma Ked û Demokrasiyê operasyonên serdegirtina malan şermezar kir

Platforma Ked û Demokrasiyê li Diyarbekirê bi daxuyaniyekê operasyonên li ser endam û rêvebirên saziyên sivîl û partiyên siyasî şermezar kir.
Platforma Ked û Demokrasiyê li Diyarbekirê daxuyaniyek da, wêne: K24
Platforma Ked û Demokrasiyê li Diyarbekirê daxuyaniyek da, wêne: K24

Diyarbekir (K24) - Platforma Ked û Demokrasiyê li Diyarbekirê bi daxuyaniyekê operasyonên li ser endam û rêvebirên saziyên sivîl û partiyên siyasî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de Serokê Jûra Endezyarên Makineyan yê Diyarbekirê Dogan Hatun bal kişand ku hemû kesên ku bi şêwazeke êşkencekirinê hatine desteser kirin, dikarîbû bi telefonekî, bên vexwendin û biçûna îfade bidana, lê bi şêwazên terorî, muameleya terorî bi endamên rêxistinên sivîl tê kirin û ew wê helwestê bi tundî şermezar dikin.

Dogan Hatun bang û daxwaz kir ku hewla terorîzekirinê neyê berdewamkirin û  hêzên ewlehiyê li gor hiqûqê tevbigerin.

Li ser navê platformê daxuyaniya nivîskî jî ji aliyê berdevkê serdemê yê KESKê Nasir Demîrkiran ve hat xwendin û operasyonên ku bi serdegirtina malan li ser siyasetmedar û kedkaran tên kirin şermezar kir.

Demîrkiran bal kişand ku navnîşana hemû kedkar û rêveberan diyar e û dikarîbûn bi awayekî hiqûqî, îfadeyên wan bihatina xwestin, lê qedexeya hevdîtinê ku hatiye danîn jî nîşan dide ku hêzên ewlehiyê, tiştekî der hiqûqî kirine.

Nasir Demirkiran anî ziman ku li malên kesên hatine desteserkirin, zarok hatine derpkirin û çek ji wan re hatiye kişandin û ev jî êşkence ye, êşkence jî tawanê mirovî ye.

Di 8ê Mijdarê de, operasyoneke hemwext hatibû lidarxistin û Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel jî di nav de 15 endam û rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî hatibûn desteser kirin. Hêjayî gotine ye ku hevdîtina kesên desteserkirî bi parêzeran jî hatiye qedexekirin û hênceta operasyonê jî nehatiye ragihandin.