Hikûmeta Herêmê hewlên xwe ji bo pêkanîna hejmara herî mezin a derfetên kar zêde kirine

Li Herêma Kurdistanê eventa cîhanî ya karsaziyê dest pê kiriye û dê hefteyek bidome.

Hewlêr (K24) – Hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna derfetên kar bo ciwanan hatine zêdekirin, bi awayekî ku bi rêya sektora taybet bi sedan derfetên kar hatine pêkanîn.

Li Herêma Kurdistanê eventa cîhanî ya karsaziyê dest pê kiriye û dê hefteyek bidome.

Serperiştyarê eventê Mihemed Selman diyar kir ku armanca wan ji vê pêngavê ew e ku zêdetir derfetên kar ji bo ciwanan peyda bikin û ragihand ku di vê çalakiyê de ligel xwendekarên zanîngehan eventek li ser çawaniya amadekirina xwendekaran ji bo piştî bidawîkirina zanîngehê birêve dibin, ku di siberojê de bikarin xwe ji bo kar amade bikin.

Di vê çarçoveyê de Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî eşkere kir; armanca Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku nêzîkî milyonek derfetên kar ji bo welatiyan dabîn bike, bi taybetî jî ji bo ciwanan.