Neteweyên Yekbûyî ji ber tundiya li hember koçberên ser sînor bertek nîşan da

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Rêxistina Koçberiyê ya Navdewletî (IOM) ji ber tundiya hêzên ewlehiyê li hember koçberên ku hewl didan ji Belarusê derbasî Polandê bibin, bertek nîşan da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Rêxistina Koçberiyê ya Navdewletî (IOM) ji ber tundiya hêzên ewlehiyê li hember koçberên ku hewl didan ji Belarusê derbasî Polandê bibin, bertek nîşan da.

UNHCR û IOM di daxuyaniyeke hevbeş de diyar kirin ku duh li deriyê sînorî yê Bruzgi nêzîkî 4 hezar koçberan hewl dan derbasî Polandê bibin û rastî tundiya hêzên ewlehiyê hatin û pevçûn derket.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku "demeke dirêj e ji vê rewşê nîgeran bûn" û ji ber reftarên li hember koçberan bi hikûmetên Belarus û Polandê re di pêwendiyê de ne.

UNHCR û IOM destnîşan kirin ku sûdwergirtina ji neçariya koçberan û sozên nerast û xelet ku ji wan re têne dayîn, nayê qebûlkirin û bang li hikûmeta Belarus û Polandayê hat kirin ku rê li ber mirina koçberên li ser sînor bigrin û li hember koçberan bi reftarên mirovî tevbigerin.

Rewşa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê ku ji Kurdistan, Efxanistan, Sûriye û çend welatên din gelek koçber ji bo biçin welatên Yekîtiya Ewropayê bi rê ketine, bala rêxistinên mafên mirovan dikşîne ser xwe.