Almanya ji bo rê li ber penaberan bigre amade ye hêza piştevaniyê bişîne Polandayê

Almanya amade ye hêz ji bo piştevaniya Polandayê bişîne
Polandayê sînorên xwe têlbend kirine û rê nadin ti koçberek derbas bibe
Polandayê sînorên xwe têlbend kirine û rê nadin ti koçberek derbas bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Horst Seehofer ragihand; Polanda û Almanya bi tena serê xwe nikarin rûbirûyî kêşeya penaberan bibin û divê Komîsyariya Ewropayê rê li ber hatina penaberan bigre.

Horst Seehofer ji Komîsyariya Ewropayê daxwaz kir ku sînorek ji bo penaberan û hatina wan ji Belarusê bo Polandayê deynin.

Polandayê gelek hêz şandine ser sînor

Horst Seehofer ji rojnameya Bild a Almanî re ragihandiye; divê Bruksel hewla çareserkirina vê kêşeyê bide û tenê bi yek du welatan nabe.

Wezîrê Navxwe yê Polandayê jî diyar kiriye ku divê alîkariya Polandayê were kirin, da ku sînorên xwe biparêze û ev erkê Yekîtiya Ewropayê ye ku rûbirûyî van kêşeyan bibe.

Beriya niha Berdevkê Hikûmeta Polandayê Piotr Muller ragihandibû: “Em ditirsin vê rewşa li sînorên me ku ligel pirsa penaberan duçar bûne, bibe rûbirûbûneke çekdarî.”

Koçber bi serma û birçîtiyê di rewşeke dijwar de ne

Meha borî 5000 penaber gihîştine Almanyayê û hikûmeta wî welatî ragihandbû ku divê asayîşa sînor were tundkirin û hêzên zêdetir ji bo deverên sînorî werin şandin.

Tenê bijardeya vegerê li ber koçberan maye

Çavkanî: AFP