Lavrov bo K24: Divê Kurd xwe beşek ji civaka Sûriyê bibînin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser pirsa K24ê ragihand; divê Kurd xwe beşek ji civaka Sûriyê bibînin û ew amade ne ku hemaheng bin ji bo hemû maf û berjewendiyên Kurdan biçespînin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

Hewlêr (K24) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser pirsa K24ê ragihand; divê Kurd xwe beşek ji civaka Sûriyê bibînin û ew amade ne ku hemaheng bin ji bo hemû maf û berjewendiyên Kurdan biçespînin.

Sergey Lavrov ligel Sekreterê Vatîkanê konferanseke rojnamevanî saz kir û Nûçegihanê K24ê Xoşewî Mihemed ji Lavrov pirsî: "Gelo karên we ji bo çareseriya kêşeyên Sûriyê çawa birêve diçin û çi pêşniyareke Rûsyayê heye ji bo gihîştina rêkeftinekê ku hemû aliyan li ser siberoja Sûriyê bîne cem hev?"

Lavrov li ser vê pirsê diyar kir: “Divê Kurd xwe beşek ji civaka Sûriyê bibînin. Pêwendiyên me yên xurt bi nûnerên Kurdan re hene. Em amade ne ku hemaheng bin ji bo hemû maf û berjewendiyên Kurdan biçespînin di wan rûniştinan de ku li ser pirsa Sûriyê birêve diçin, di çarçoveya rêkarên destûrê de.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got: “Nesîheta min ji bo Kurdan ew e ku li pey gotinên xweş ên Amerîkî neçin, dixwazin xwesteka cudaxwaziyê di wan de zêde bikin.”