Kremlîn: Tohmetbarkirina Rûsyayê bi kêşeya penaberan neberpirsyarî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Kremlînê tohmetên Serokwezîrê Polandayê red kir, ku Rûsya weke berpirsyarê qeyrana penaberan li deverên sînorî yên Belarus û Polandayê tohmetbar kiribû.
Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re ragihand: “Baweriya me ew e ku daxuyaniya Serokwezîrê Polandayê û tohmetbarkirina me bi derxistina qeyrana penaberan, reftareke neberpirsyarî ye.”
Dmitriy Peskov destnîşan kir ku Rûsya van daxuyaniyan red dike û bi ti awayî cihê qebûlkirinê nîne.