Li Tirkiyê 27 hezar û 259 kesên din bi Koronayê ketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 203 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 10ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 27 hezar û 259 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 203 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha di 24 demjimêran de 27 hezar û 513 kes baş bûne.