Serokwezîr Mesrûr Barzanî pitikekî ku li Belarusê jidayîk bû, vedigerîne Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pitikekî ku li Berlarusê jidayîk bû, vedigerîne welat

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî erkê vegera pitikê nû yê Kurd û malbata wî ya li ser sînorê Belarusê, girte ser xwe.

Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji K24ê re ragihand; li ser erkê Serokwezîr Mesrûr Barzanî pitikê Kurd ku li Belarusê jidayîk bû, tedawiya pêwîst ji bo wî hatiye kirin û vegeriyaye hembêza bavê xwe, ku dixwest biçe Ewropayê, biryar e li ser raspardeya Serokwezîr, di demeke nêzîk de vegere Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve bavê wî pitikî, ku nexwest navê wî were eşkere kirin, ji K24ê re ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû xerciyên tedawiya pitik û vegera wan bo Herêma Kurdistanê dabîn kirine û ew ê di demeke nêz de vegerin.

Malbata ku ji çar kesan pêk tê, diyar kir: “Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku weke welatiyê Kurdistanê ber bi dengê me ve hatin û alîkariya me kirin.” Herwiha destnîşan kir ku rêya Ewropayê û jiyana li wan welatan weke ku xelk behs dike nîne û ji xelkê daxwaz dike ku vê rêya dijwar negirin ber xwe.