Li Meletiyê erdhej çêbû

Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,7 erdhej qewimî.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,7 erdhej qewimî.

Serokatiya Rêveberina Karesat û Rewşa Bilez a Tirkiyê (AFAD) ragihand; li navçeya Puturge ya ser bi parêzgeha Meletiyê bi hêza 4,7 pile, erdhej çêbû.

Li gor agahiyên li ser malpera AFADê, erdhej di demjimêr 12:19an de qewimiye.

Herwiha hat eşkerekirin ku erdhej 6,93 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.