PAK: Em Seyîd Riza û hevalên wî bi rêz û hurmet bi bîr tînin

“Dewleta Tirkiyê, digot qey bi kuştina Seyîd Riza û kurê wî Resik Huseyîn, Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Eliyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, ew ê gelê Kurd ê qedîm û xwediyê kultureke bi hêz qir bikin.”
Navenda Buroya PAKê ya li Diyarbekirê, wêne: Hozan Adar / K24
Navenda Buroya PAKê ya li Diyarbekirê, wêne: Hozan Adar / K24

Diyarbekir (K24) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ji bo bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Dewleta Tirkiyê, digot qey bi kuştina Seyîd Riza û kurê wî Resik Huseyîn, Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Eliyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, ew ê gelê Kurd ê qedîm û xwediyê kultureke bi hêz qir bikin.”

PAK di daxuyaniya xwe de diyar dike: “84 sal berê, di roja 15.11.1937ê de rêveberê qehreman ê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û 6 hevalên wî li Elezîzê li Meydana Erase ya Genim hatin îdamkirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Dewleta Tirkiyê, digot qey bi kuştina Seyîd Riza û kurê wî Resik Huseyîn, Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Eliyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, ew ê gelê Kurd ê qedîm û xwediyê kultureke bi hêz qir bikin û ji navê rakin. Dewleta Tirkiyeyê bi dehhezaran jin û zarok û kal û pîr dane ber gulleyan, qetil kirine.”

Herwiha diyar dike: “Bi gotina kesên ku qesasên qetlîamê bûne, bi jahra mişkan gelê me qir kirine. Lê Dewleta Tirkiyeyê her wekî yê Şêx Seîd û hevalên wî, ciyê mezelên Seyîd Riza û hevalên wî jî veşartin û heta îro jî cihê mezelên wan nayê zanîn. Ev jî nîşana wê yekê ye ku Dewleta Tirkiyeyê çiqas ji rêberên miletê Kurd ditirse.”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) destnîşan dike: “Helbet ku têkoşîna azadiya Kurdistanê bi qetlîam û jenosîdan ranewestiyaye. Neviyên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Mele Mustafa Barzanî îro jî alaya têkoşînê li her çar perçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan, bi ked û xebata dilsozane ya welatperweran her bilind dikin. Di 84emîn salvegere qetilkirina wan de, di şexsê Seyîd Riza de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”