Qişleya Akrê tê nûjenkirin
Hewlêr (K24) – Li ser budceya veberhênanê ya Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê, Qişleya Akrê tê nûjenkirin.
Wezareta Bajarvaniyê ragihand: “Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek girîngî dide deverên şûnwarî û dîrokî, di vê çarçoveyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar daye ku salane bi qasî 900 milyon dînar ji bo pêşvebirina şûnwarên Herêma Kurdistanê were xerckirin.”
Hat diyarkirin: “Li ser budceya veberhênanê ya Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê bi qasî 166 milyon dînar, Qişleya Akrê tê nûjenkirin, ku prose bi serperiştiya Rêveberiya Şûnwarî û Dîrokî ya Duhokê û Rêveberiya Şûnwarî û Dîrokî ya Akrê tê cîbicîkirin.”
Qişleya Akrê yek ji cihên dîrokî yên parêzgeha Duhokê ye û dikeve sînorê navçeya Akrê. Demek bû ev der di bin metirsiya rûxan û jinavçûnê de bû, loma niha ji bo parastina wê xebat didomin û li ser heman şêwaza xwe ya kevn û bi heman kereste û taybetmendiya xwe ya dîrokî tê nûjenkirin.