Berhem Salih: Li Iraqê pirsgirêka rêveberiyê heye

Serokkomarê Iraqê: Ez hêvî dikim ku pirsgirêk di çarçoveya yasa û destûrê de bên çareserkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ragihand, pirsgirêka sereke ya li Iraqê heye, pirsgirêka rêveberiyê ye û berî pêkanîna hikûmetê, divê bikarin rêveberiyeke baş bi cih bikin.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn de gotarek pêşkêş kir û ragihand, Iraq û Herêma Kurdistanê di pêvajoyeke girîng re derbas dibin.

Got jî: “Bandora encamên hilbijartinên 10ê Cotmehê yên Iraqê berdewam in. Hêvîdar im hikûmetek ku mafê hemû pêkhateyan biparêze bê avakirin.

Berhem Salih got, “Şerê Iraq û Îranê sîstema ewlekarî û siyasî ya herêmê têk biriye. Ev şer hem li Iraqê hem jî li herêmê bûye sedem ku gelek pirsgirêk derkevin holê.”

Salih anî ziman ku li Iraqê di nava 20 salan de, 5 kabîneyên hikûmetê hatin avakirin û wiha got: “Careke din erkê me yê avakirina hikûmetê heye.”

Got jî: “Em ê karibin vî erkê bi cih bînin? Pirsgirêkên mezin û pêvajoyek dijwar li pêşiya me ne. Ez hêvî dikim ku pirsgirêk di çarçoveya yasa û destûrê de bên çareserkirin.”

Berhem Salih jî got, "Li Iraqê qeyraneke bingehîn a rêveberiyê heye. Pirsgirêka Iraqê, tenê ne avakirina hikûmetê ye, berî pêkanîna hikûmetê, divê bikarin rêveberiyeke baş bi cih bikin.
Serokomarê Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî behsa destûrê kir û tekez li ser wê yekê kir ku divê hewlên cidî bên dayîn.