Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de şer derket

Ajansa Interfax a Ermenistanê ragihand; di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de şer derket û 15 serbazên Ermenî hatin kuştin.

Hewlêr (K24) – Ajansa Interfax a Ermenistanê ragihand; di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de şer derket û 15 serbazên Ermenî hatin kuştin û li her du aliyan gelek birîndar hene.

Ajansa Interfax diyar kir ku Wezareta Berevanî ya Ermenistanê behsa dîlgirtina 12 serbazên wan ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve dike.

Li ser vê mijarê, Wezareta Derve ya Azerbaycanê ragihand; Ermenistan bi qestî alozî li ser sînoran zêde kiriye û ji ber vê yekê şer derketiye û hejmarek serbazên Azerbaycanê birîndar bûne.

Beriya çend rojan Ermenistan ji Rûsyayê daxwaz kiribû ku ji bo parastina sînorên ligel Azerbaycanê alîkarî bike.

Ji aliyê xwe ve Azerbaycan ragihandiye; serbazên Ermenistanê ji cihên xwe derketine, ji ber vê yekê serbazên Azerbaycanê bersiva êrîşên serbazên Ermenî dane.