Berdevkê Hikûmetê: Em pêşwazî li koçberan dikin

"Ew koçber bûbûn qurbaniyên destê bazirganên mirov û qaçaxçiyan."

Hewlêr (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand: “Em pêşwazî li koçberên ku vedigerin, dikin. Ew koçber bûbûn qurbaniyên destê bazirganên mirov û qaçaxçiyan, em hewl didin hemû koçberên ku dixwazin, vegerînin.”

Cotyar Adil civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku hemahengiyeke baş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Derve ya Iraqê de heye.

Adil destnîşan kir ku armanca lekedarkirina navê Herêma Kurdistanê pêk nehat û hemû rastî ji bo raya giştî ya navxwe û derve zelal bû.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku îro yekem karwana koçberan ku hejmara wan 431 kes e, vedigerin Herêma Kurdistanê.

Herwiha eşkere kir ku Hikûmeta Herêmê bi ti awayî rê nade wan qaçaxçiyan ku bi jiyana xelkê dilîzin.