Hejmarek koçberên Kurd li sînorê Belarus û Polandayê birîndar bûne

Ew koçber banga hawarê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ta ku vegerin Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek ji koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê asê mane, banga hawarê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

Çend koçberên li ser sînor asê mane pêwendî bi K24ê re kirin û gotin, ew nikarin xwe bigihînin Minsk Paytexta Belarusê û xwarin û vexwarin bi wan re nemaye.

Ew koçber daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ta ku bi hawara wan ve biçe û wan ji vê rewşa zehmet rizgar bikin.

Koçber dibêjin, ew poşman bûne ku di vê rêyê hatine, qaçaxçiyan ew xapandine, niha ew di rewşeke xirap de asê mane û leşkerên her du dewletan serederiyên nemirovane bi wan re dikin.

Ew koçber diyar dikin, jin û zarok bo wan re hene û ji çend rojan ve bê xwarin û vexwarin in û daxwaza vegera bo Herêma Kurdistanê dikin, lê nizanin çawa xwe bigihînin Minskê, ta ji wir ve vegerin.

Koçberan girtevîdyoyek ji K24ê re şandin û tê de çend koçberên birîndar diyar dibin û tê gotin ku polîsa Belarusê li wan dane.