Li Erziroma Bakurê Kurdistanê erd hejiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Koprukoy a ser bi parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.7 pile erd hejiya.

Li gor agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), li navçeya Koprukoy a ser bi parêzgeha Erziromê bi hêza 4,7 pile erd hejiya.

Hat ragihandin ku erdhej di demjimêr 11:31 de û 6.9 kîlometre di bin erdê de rû daye.