WHO lêkolînê li ser metirsiyên cûreyeke nû ya Koronayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) îro înê ji bo nirxandina metirsiyên cûreya nû ya Koronayê dicive.
Cûreya nû ya Covid-19ê li Başûrê Efrîqayê hatiye dîtin û tirsa wê yekê heye ku yek ji cûreyên herî xirab ên Koronayê be.
Di civînê de li ser wê yekê were axaftin ku cûreya B.1.1.529 dê bibe metirsî û nîgeranî ji bo cîhanê an dê were kontrolkirin.
Seroka Teknîkî ya WHOyê Dr. Marya Van Kirkov li ser vê mijarê diyar kir: “Em nîn tiştek li ser vê cûreya nû nizanin.”
Herwiha eşkere kir: “Nîgeraniya me li ser wê yekê ye ku ew cûreya nû bandorê li ser karkirina vîrusê bike.”
Duh roja pêncşemê zanayên li Başûrê Efrîqayê cûreyeke nû ya Koronayê dîtin û li ser nasîna bandorên wê dixebitin.