Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê kir

Di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û astengî û zehmetiyên li pêş wê hatin guftûgokirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Mesûd Barzanî îro 27ê Mijdara 2021ê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê Fuad El-Mecalî û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, Konsulê Urdinê pêzanîna wî ji bo rola Serok Barzanî di têkoşîna gelê Kurdistanê de ji bo gihîştina bi azadiyê û aramî û vejandina Herêma Kurdistanê hebû.

Herwiha Konsulê Urdinê qurbaniyên Pêşmerge di şerê li dijî teroristên DAIŞê bilind nirxand û spasiya Herêma Kurdistanê ku bi sîngfirehî mêvandariya bi sedan hezar koçber kiriye.

Her di wê civînê de, amaje bi dostanî û pêwendiya dîrokî ya gelê Kurdistanê û Urdinê û dostaniya dêrîn a serkirdatiya her du aliyan hate kirin û tekezî li pêşxistina pêwendiyan di hemû warên cuda de hate kirin.

Rewşa siyasî ya Iraqê û astengî û zehmetiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê, mijareke din a guftûgoyên civînê bûn.