Li Tirkiyê krîza penaberan ji ber nakokiyên aliyên siyasî kûrtir dibe

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Penaberên Sûriyeyî ku li Tirkiyeyê di demên dawîn de di nav civak û siyasetmedaran de gelek tê nîqaşkirin wek babeteke sereke di rojeva vî welatî de cîh digire. Pisporên ku meseleya penaberan wek krizeke însanî dibînin, di heman demê wek krîzeke siyasî jî dest nîşan dikin û amaje dikin siyasetmedar bi mebesta zêdekirina dengên xwe û bo sizakirina dijberên xwe gotinên dijî penaberan belav dikin ku ev jî dibe sedema alozî û kêşeyên mezintir.

Li Tirkiyeyê meseleya penaberên Sûriyeyî ku piştî 2011an ji ber şerê navxweyî welatê xwe bi cih hiştin ev demeke dirêj e wek babeteke sereke di rojeva vî welatî de tê nîqaşkirin. Carna di ser bûyereke munferît re hemû koçber û penaber yan ji hêla civakê yan jî ji hêla berpirsan ve tê tohmetbarkirin û sizakirin. Kiryarên Şaredariya Boluyê ku ji penaberên vî bajarî dijîn li gor hemwelatiyên Tirk zêdetir bacê werdigire yek ji wan nimûneyan e.

Akademîsyen Prof. Dr. Murat Erdogan ê ku bi salan e li ser meseleya koçê lêkolînan dike kiryar û helwestên dijî penaberan wek krîzeke siyasî dinirxîne û amaje dike gotinên nîjadperestî, li nav penaberên Sûrî jî dibe sedema reaksiyonên netewperestî ku ev jî rê li ber aloziyên mezin vedike.

Pisporê Koç û Pêwendiyên Navdewletî Prof. Dr. Murat Erdogan ji K24ê re got: “Bûyera xwarina mûz û hin kiryarên şaredariya Boluyê, nîşaneya krîzên mezin ên rojên pêşiya me ne. Li Tirkiyeyê meseleya penaberan bûye krîzeke siyasî. Siyasetmedar, ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û bo sizakirina hikûmetê meseleya penaberan wek karteke siyasî bi kar tînin. Lê divê penaber neyên armancgirtin. Eger hûn dixwazin rexne li hikûmetê digirin bigirin, lê nîqaşên di ser penaberan re tê kirin bê feyde ye. Çimkî hemû plan û biryarên li ser penaberan ji hêla hikûmetê ve hatiye danîn.”

Di ser hatina penaberên Sûriyeyî re 10 sal derbas bû lê li Tirkiyeyê sedema berdewamiya nîqaşên li ser penaberan û çarenedîtina vê meseleyê ji hêla pisporê pêwendiyên navdewletî Prof. Dr. Fuat Keyman ve nakokî û lihevnekirina aliyên siyasî tê destnîşankirin.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Dr. Fuat Keyman dibêje: “Hikûmeta Tirkiyeyê der barê penaberan de helwesteke cidî û çareyek mayînde pêk neanî. Piraniya penaberên Sûriyeyî li metropolên Tirkiyê dijîn. Pêwîst e hikûmet bi şaredarên wan bajaran re bi hev re planekê amade bike. Lê ji ber ku ev bajar di destê opozîsyonê de ne hikûmet nêzîkî xebateke hevbeş nabe. Ev jî krîza penaberan kûrtir dike. Li aliyê din bi ya min Tirkiye dê polîtîkaya xwe ya halîhazir a li Sûriyê jî dê biguherîne û di vî warî de jî proseyeke nû wê were destpêkirin.”

Li Tirkiyeyê derûdora 4 milyon penaberên Sûriyeyî dijîn. Li gor lêkolîna pisporan krîza li Sûriyê bi dawî bibe jî piraniya penaberan dê li Tirkiyeyê bimînin û li ser vê rastiyê bal tê kişandin ser girîngiya bicîhkirina gavên çareserî bo penaberan.