53 birîndarên kîmyabarana Helebceyê ji bo derveyî welat tên şandin

Nexweşxaneya Çareseriya Berketiyên Çekên Kîmyayî li Helebce
Nexweşxaneya Çareseriya Berketiyên Çekên Kîmyayî li Helebce

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, 53 birîndarên çekên kîmyayî yên Helebceyê ji bo wergirtina çareseriya bijîşkî, dê ji bo Îranê werin şandin.

Rêveberê Nexweşxaneya Çareseriya Berketiyên Çekên Kîmyayî li Helebce Îmad Feyroz ji K24ê re got: “Piştî ku sala borî komîteyeke pispor ji bo pişknîna berketiyên çekên kîmyayî hatibû pêkanîn, 350 nexweş hatin dîtin û ji wan 53 berketî pêwîstiya wan bi çareseriya li derveyî welat heye, lê ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, sala borî nekarîn biçûna, ji ber wê dê niha biçin Îranê.”

Îmad Feyroz destnîşan kir: “Ji bo dubare pişknîn were kirin, komîteyeke pispor ji Îranê hatiye Helebceyê, ji bilî wan 53 kesan, karîn 500 berketiyên din ên çekên kîmyayî bibînin.”

Sala borî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryar da, 53 berketiyên çekên kîmyayî ji bo çareseriyên bijîşkî werbigirin, ji bo derveyî welat bêne şandin, lê ji ber rewşa belavbûna Koronayê, ew nexweş nekarîn biçin derveyî welat.