Komareke nû li cîhanê hat ragihandin

Barbados
Barbados

Navenda Nûçeyan (K24) – Barbados îro danê sibê bû komara herî nû ya cîhanê, piştî ragihandina rizgarbûna xwe ji desthilata Şahinşahiya Brîtanya.

Ragihandina Komara Barbadosê îro di merasîmeke fermî de û bi amadebûna Cihnişînê Şahinşahiya Yekbûyî, mîr Charles, pêk hat.

Di merasîmê de, Waliya Giştî yê wê giravê, Sandra Mason wek Seroka Komar a nû sûnd xwar û ala Şahînşahiya Brîtanyayê ku nûnertiya bindestiya Barbados dikir, hate daxistin.

Barbados, piştî 13 mehan ji ragihandina veqetîna destûrî ya ji taca Brîtanî, yekem hilbijartinên serokkomariyê di Cotmeha borî de pêk anî.

Barbados welatekî giravî ye û li herêma rojavayê Okyanûsa Atlantîk a Bakur dikeve û rûberê wê 431 kîlometre çargoşe ye.

Komara nûjen ku bi peravên xwe yên ciwan tê naskirin û gelek geştiyan serdana wê dikin, dora 287 hezar kes lê dijîn. Herwiha dê ji îro û pê ve bi tena xwe rûbirûyî bi bandora aborî ya ku pandemiya Covid-19 çêkiriye bibe.

Berî belavbûna vîrûsa Koronayê, girava ku bi ava xwe ya zelal tê naskirin, her sal zêdetirî mîlyonek geştyaran serdana wê dikirin.