Li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Navenda Lêkolînê Sosyo-Polîtîk li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê, li ser bikaranîna madeyên hiişbir lêkolînekî belav kir. Di lêkolînê diyar bûye ku bikaranîna madeyên hişbir her diçe zêde dibe û di bidestxistina wan madeyan de jî bergiriyên pêwist nayên girtin û destên hin kesên davleta Tirkiyeyê jî di peyda kirina wan madeyan de ye. Saziyên ku têkoşîna bi madeyên hişbir re didin jî, balê dikşînin ku ciwan bi hêsanî, bi wan madeyan tên xapandin, lê rizgarbûna wan gelek zehmetiyan dixwaze.

Bikaranîna madeyên hişbir wek kêşeyeke hemû cîhanê ye, lê bi taybet li bakûrê Kurdistanê, ji ber kêşeyên takeskesî, aborî û malbatî di salên dawî de, bikaranîna madeyên hişbir her diçe zêdetir dibe. Di lêkolînên ku hatine kirin de jî diyar dibe ku li hin bajaran, di 2 salan de, bikaranîna madeyên hişbir 2 qat zêde bûye.

Rêvebira Sosyo-Polîtîkê, Civaknas Yuksel Genç, tîne ziman ku kêşeya madeyên hişbir yek ji wan kêşeyane ku lêkolînên wê jî gelek zehmet in, lê li gel wan zehmetiyan jî, diyar bûye ku bikaranîna madeyên hişbir de zêdebûnekî heye û li gel kesên ku ji meraq û kêfî bikartînin, kesên ku kêşeyên aborî dijîn, yên ku baweriya wan bi xwe û bi civakê namane, demkî xwe dispêrin madeyên hişbir.

Yuksel Genç ji K24ê re got: “Taybetiya wan 5 bajêrên wek Diyarbekire, Mêrdîn, Wan, Şirnex û Colemêrgê ew e ku; van bajaran di salên 2015 û 2016’an de şerên nav bajêran li wan pêkhat û jê bandorên zêdetir dîtin. Agahiyên ku li wan bajaran, bikaranîna madeyên hişbir, fuhûş û dizî zêdebûye li nav civakê digeriya û di lêkolînan de jî, me dît ku zêdebûna wan kêşeyan, wek polîtîqa jî tê meşandin. Ciwanên ku bê kar in û hêviyên wan dişken, berê xwe didin madeyên hişbir û di rastî de, lêkolînên di vî warî de jî gelek zehmet in. Li gel ku kesên wan madeyan bikar tînin, xwe vedişêrin jî, derket holê ku bi taybet piştî 2017’an bikaranînina madeyên hişbir gihiştiye ji %25’an. Yanî ji 4 kesan kesekî madeyê hişbir bikar tîne.”

Civaknas û rêbirên saziyên ku bi madeyên hişbir re têkoşîn didin balê dikşînin ku ji ber bikaranîna wan madeyan sûc e, rê li ber lêkolînan jî digire û divê ji bo xebatên lêkolînê kesên ku nihêrinên xwe dibêjin, neyên tawanbar kirin.

Rêvebirê komeleya têkoşîna bi madeyên hişbir re Yeşîl Yildizê, Yahya Oger jî anî ziman ku xizanî, naçarî û cuda girtinên nav civakê sedemên serekî ne ku ciwan berê xwe didine madeyên hişbir. Oger anî ziman ku divê li gel tedawiyên medikal, piştgiriyên civakî û derûnî jî ji bo wan kesên ku madeyên hişbir bikar tînin bên dayîn.

Yahya Oger dibêje: “Di serdema pandemiyê de, em 2 sal di malên xwe de man û me dît ku piştî wê serdemê bikaranîna cigare, alkol û madeyên narkotik zêde buye. Li Cîhanê pîştî pandemiê jî kêşeya aborî jî rû da û gelek welatiyan wan madeyan ji bo moralên xwe baş bikin bikaranîn. Li cîhanê yên ku madeyên hişbir bikaraianîn ji % 3 zêde bûne.”

Daneyên li ber destên pispor û lêkolîneran nîşan didin ku li Cîhanê bi giştî jî bikaranîna madeyên hişbir zêde dibin û sedemên serekî jî, nedîtina qedirgirtinê, şikestina hêviyên wan kesan yên ji jiyanê û cudagirtinên li nav civakê ne.