Konferansa Revenda Kurdî Hewlêrê dest pê kir

Nûnerên her çar perçeyên Kurdistanê di konferansê de beşdar in

Hewlêr (K24) – Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Konferansa Revenda Kurdî bi beşdariya nûnerên her çar perçeyên Kurdistanê li Hewlêrê birêve diçe.

Îro 4/12/2021ê konferanseke taybet bi revenda Kurdî û pêgeh û stratejiya revenda Kurdî li Hewlêrê birêve diçe. Armanca ji vê konferansê jî, yekxistina gotara Kurdên li derve ye.

Berpirsê Dosya Revenda Kurdistanê li Baregeha Barzanî Tahir Hewramî ji K24ê re got, ev konferans di bin çavdêriya Baregeha Barzanî de birêve diçe û nûnerên her çar perçeyên Kurdistanê yên li Ewropa, Amerîka, Kanada, Rûsya û Kazixistanê tê de başdar dibin.

Tahir Hewramî got jî, cara yekem e konferansek ji bo Kurdên li derve birêve diçe ku nûnerên her çar perçeyên Kurdistanê tê de amade bin.

Berpirsê Dosya Revenda Kurdistanê li Baregeha Barzanî diyar kir jî, armanc ji vê konferansê, yekrêzî û yekxistina gotara Kurdên li derveyî welat û firehkirina hewlên wan ji bo avakirina û bihêzkirina pêgeha Kurd li seranserî cîhanê ye.