Astengdar daxwaza Zimanê Destnişanê yê Kurdî dikin

Federasyona Hevgirtiyên Bêasteng: Divê Wergêrên Zimanê Kurdî bo astengdarên Kurd werin cîbicîkirin
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Komeleya Jiyana Bêasteng li Diyarbekirê bi boneya 3yê Berfanbarê Roja Astengdaran a Cîhanî de civînek çapemeniyê li dar xist û bi teybetî jî hat amajekirin ku gelek astengdarên ku tirkî nizanin li nexweşxane û dadgehan pirsgirêkên mezin dijîn.

Di 3yê Berfanbarê Roja Astengdaran a Cîhanî de li Bakurê Kurdistanê jî çalaki hatin li darxistin. Komeleya Jiyana Bêasteng li Diyarbekirê  bi civîneke çapemeniyê bal kêşand ser rewşa astengdaran. Di civînê de nûnerên astengdaran amaje kirin ku divê di saziyên fermî de û di jiyana rojane ya kar de astengdar bêhtir cih bigirin û rêyên xweîfadekirinê bo astengdaran werin vekirin.

Serokê Federasyona Hevgirtiyên Bêasteng Abdulmecît Yilmaz jî balê dikêşe ku ji xwe jiyana astengdaran zehmet e û dema ku astengdar Kurd be û tirkî nezane ev yek girantir dibe.

Abdulmecît Yilmaz ji K24ê re got: “Kesên ku astengdar in û tirkî nizanin hene. Ji bo wan alfabeya zimanê Kurdî divê hebe. Hem ya destnîşanê hem jî bo kesên nabînin jî divê alfabeyek hebe. Bo vê yekê divê em xebatek bikin. Divê em nemînin benda ti kesan. Tikes nayê mafên me nade deste me.”

Li gorî daneyên ji aliyê Federasyona Hevgirtiyên Bêasteng ve hatî parvekirin li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê ji 10 milyonî zêdetir astengdar hene û gelek astnegdar di gihiştina xizmetan de pirsgirêkan dijîn. Mamosteya Zimanê Destnîşanê Tûba Ersoz dibêje bi teybetî astengdarên ku nabihîsin û tirkî nizanin di nexweşxane û dadgehan de pirsgirêk dijîn.

Tûba Ersoz got: “Astengdarên ku nabihîsin û tirkî nizanin hene. Ew jî dixwazin bi Kurdî biaxifin. Bi teybetî di saziyên fermî yên wek dadgeh û nexweşxaneyan de ev pirsgirêk derdikevin holê. Di nexweşxaneyê de ji ber ku wergêrên Kurdî nînin bijişk carnan nikarin dermanên pêwîst binivîsin, di dadgehan de jî ji ber ku wergerên destnîşanê yên zimanê Kurdî nînin pirsgirêk derdikevin holê.”

Federasyona Hevgirtiyên Bêasteng bang dike ku divê di her saziyek fermî de wergêrek zimanê destnîşane hebe û wekî ku yasayê de jî tê gotin di saziyên fermî de herî kêm 22 hezar astengdar werin cîbicîkirin.