Tirkiyê otomobîla serkirdeyekî PKKê li Xanesorê bombebaran kir

Tirkiyê di êrîşeke asmanî de otomobîla Merwan Bedel armanc girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye di êrîşeke asmanî de otomobîla serkirdeyekî PKKê li devera Xanesorê yê ser bi Şingalê ve bombebaran kir û hat zanîn ku ew serkirdeyê PKKê hat kuştin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, Tirkiyê di êrîşeke asmanî de otomobîla Merwan Bedel ku bi navê (Dijwar) tê naskirin û serkirdeyekî PKKê ye armanc girt û ew di êrîşê de hat kuştin.

Li gor vedyo û wêneyên belav bûne, agir bi otomobîla Merwan Bedel ketiye û çekdarên PKKê jî hewl didin agir vemirîinin.