Hikûmeta Sûriyê nirxê benzînê girantir dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Sûriyê îsal ji bo cara çaremîn e nirxê benzînê bilind dike û ji nirxê lîtreyekê ji 750 lîreyê, dike 1100 lîreyan.

Wezareta Bazirganiya Navxweyî û Parastina Bikarhêneran ragihand, "Bihaya firotanê her lîtreyek benzîna ​​premium (Oktan 90) ya ku li ser karta elektronîkî tê wergirtin (bi yarmetî), bû 1100 lîre (30 sentên Amerîkî)

Hikûmeta Sûriyê ji destpêka îsal ve li ser çend qonaxan nirxê benzînê “bi yarmetî” bilind kiriye ku di meha Çileya borî de nirxê her lîtreyekê 450 lîre bû û niha gihîştiye 1100 lîreyan.

Li Sûriyê ji her otomobîlekê re mehane 100 lître (wek yarmetî) hatiye destnîşankirin û ji bo ku qerebalix dernekeve, ew 100 lîter li ser hefteyan hatiye dabeşkirin.

Nirxê benzîna ​​bê yarmetî jî kîsal 3 caran hatiye bilindkirin, ya dawî di destpêka meha Tîrmeha borî de bû û nirxê her lîtreyekê 3 hezar lîre ye (nêzîkî 1 dolarê Amerîkî).

Bi zêdebûna nirxê benzînê re, dê bihaya çûnûhatinê û nirxê hemû kelûpelên girêdayî benzînê ne jî zêde bibe.

Piraniya kêlgehên petrolê li rojhilat û bakurê rojhilatê Sûriyê ne, piraniya wan jî di destê HSD û Amerîka de ne. Sûriye ji ber cezayên Amerîkî jî, bi zehmetî pêwîstiyên xwe ji sotemeniyê dabîn dike.

Hikûmeta Sûriyê ji bo dabînkirina berhemên petrolê, bi giranî pişta xwe bi Îranê ve girê dide.