Karên ji bo temamkirina riya 150 a Hewlêrê berdewam in
Navenda Nûçeyan (K24) – Di vê qonaxa projeyê de, beşa di navbera riya (Hewlêr – Koye û Hewlêr – Şeqlawa) de tê temam kirin û heta niha %40 ji karên wê qediyane.
Projeya riya 150 metrî, 70 kîlometro ye û li derdora Hewlêrê digere, Ew riyeke çûna bilez e û ti rawestandin tê de nîne.
Riya 150 metrî, berdewamiya kolanên din ên giştî yên Hewlêrê ne ku ji riyên bazneyî yên wek 30 metrî, 60 metrî, 40 metrî, 100 metrî û 120 metrî pêk tê.
Bi temambûna projeya riya 150 a Hewlêrê, gelek qerebalixî li nava bajarê Hewlêrê kêm dibe.