Li Diyarbekirê PAKê panelek bo bîranîna Şêx Ebdulselam Barzanî li dar xist

Diyarbekir (K24) – Di 107. Salvegera Darvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî de li Diyarbekirê bernameyek bîranînê hat lidarxistin. Bername ji aliyê PAKê ve hat organîzekirin. Di bernameyê de lêkolîner û nivîskar Tahsîn Sever bal kêşand ku Şêx Ebdulselam Barzanî di dîroka neteweyî, olî, civakî, siyasî ya Kurdistanê de xwedî ciheke hêja û girîng e.

Li Diyarbekirê ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) ve panelek bi boneya Salvegera Darvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî hat li darxistin. Moderatoriya panelê Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya PAKê Hanîfî Tûran kir û axaftvan jî lêkolîner û nivîskar Tahsîn Sever bû.

Di axaftina xwe de Tahsîn Sever bal kişand ser teybetmendiyê Şêx Ebdulselam Barzanî û bal kêşand ku Şêx Ebdulselam Barzanî serokekî wisa bû ku ji her alîyî ve bersiva pêdiviyên civakê dida û anî ziman ku Şêx Ebdulselam Barzanî serokekî neteweyî bû, ji ber ku girîngî daye zimanê Kurdî û xwestiye zimanê Kurdî bibe fermî, serokekî humanîst û mafparêz bû ji ber ku rê nedaye zewac bi zorê were kirin û qelend daye rakirin, serokekî xwezaparêz bû, ji ber ku li dar û daristanan xwedî derketiye û nêçîrvanî sînordar kiriye, serokekî demokrat û nûjen bû ji ber ku konseyên civakê ava kiriye û civak bi civakê daye rêvebirin.

Tahsîn Sever amaje kir ku Şêx Ebdulselam Barzanî bi rêbazeke demokratîk û maqûl daxwaza mafên civaka xwe kiriye lê hember vê daxwazê bersivek gelek tund ji Osmaniyan dîtiye û  ji ber ku desthilata wê demê tevgera dijberiya Kurdan dikir Îttîhat Terakkî bû û konjonktura cîhanê jî ber bi şer ve diçû.

Sever bal kişand ku perspektif û rêbaza Şêx Ebdulselam Barzanî di giyanê birayê wî serokê nemir Mela Mistefa Barzanî de dom kir û Mela Mistefa Barzaniyê ku bi çavên xwe terme birayê xwe Şêx Ebdulselam Barzanî di sêdareyê dîtî ji xwe re sûnd xwariye ku nekeve destê dijminên xwe.

Şêx Ebdulselam Barzaniyê di sala 1868an de li Barzanê hatî dinê, di 14ê Berfanbara 1914an de li Musilê ji aliyê Dewleta Osmaniyan ve hat darvekirin û Parêzgarê Mûsilê jî wê demê Suleyman Nazîf bû ku ew bi xwe jî ji Diyarbekirê ye. Şêx Ebdulselam Barzanî birayê serokê nemir Mela Mistefa Barzanî yê mezin e û Mamê Serok Mesûd Barzanî ye.