Hêzeke Pêşmerge goreke bikomî li Germiyanê dît

Pêşmerge di operasyona pişknîna navçeyê û lêgerîna li paşmayên DAIŞê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzeke Pêşmerge îro di dema encamdana operasyonekê de, goreke bikomî li gundê Doracê yê li herêma Germiyanê dît.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, ew gora bikomî ya ji aliyê Pêşmerge ve hatiye dîtin, 9 termên endamên Polîsa Federalî ya Iraqê tê de bûn.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, ew 9 polîs berî çend salan ji herêmeke di navbera kerkûk û Xurmantûyê de, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin.

Peyamnêrê me diyar kir, Pêşmergeyan îro hêzeke taybet a Iraqî agahdar kir, ta ku termên wan polîsan vegerînin.

Peyamnêrê me destnîşan kir jî, hêzeke taybet a Pêşmerge berdewam e bi operasyona pişknîna navçeyê û lêgerîna li paşmayên DAIŞê ku heta niha hejmarek ji şikeftên DAIŞê ji nav birine.