Parêzgarê Hewlêrê hejmara qurbaniyên lehiyê radigihîne

Parêzgarê Hewlêrê: Ji ber barana xurt û rabûna lehiyê, ji bilî ziyanên madî, ziyanên canî jî hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji K24ê re ragihand, ji ber barana xurt û rabûna lehiyê, ji bilî ziyanên madî, ziyanên canî jî hene.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji K24ê re ragihand, pêştir zanyarî hebûn ku baran dê xurtî bibare, ji ber wê tîmên hawarhatinê di amadebaşiyê de bûn.

Parêzgarê Hewlêrê got jî: Niha karê bilez û destpêkê ew e, rizgarkirina xelkê ye.

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir jî, ji ber rabûna lehiyê li taxa Daratû 3 kes dixaniyekî de, 2 kesên din jî di xaniyekî û kesekî din jî bi birûskê canê xwe ji dest dan. Herwiha zarokekî li gundê Qoştepe ji ber rabûna lehiyê cane xwe ji dest daye.

Pêştir jî Parêzgarê di daxuyaniyekê de ragihandibû, “Mixabin dora demjimêr 4ê sibê lehî li çend cihên Hewlêrê rabûye û gihîştina tîmên hawarhatinê jî bo wan cihan ne hêsan e.

Parêzgarê Hewlêrê got jî: Hemû tîmên hawarhatinê li ser karên xwe ne, lê belê hevkariya xelkê jî pêwîst e.”