K24 amara qurbaniyên lehiya Hewlêrê belav dike

Lehî bi taybetî li deverên başûrê rojhilatê Hewlêrê rabûbû, gelek xanî û otomobîl di bin avê de man

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara qurbaniyên lehiya ku duh li Hewlêrê rabûye, gihîşt zêdetirî 12 kesan, heta niha hin kesên winda jî hene.

Li Hewlêrê ji pêr bi şevê û heta duhî sibê baraneke xurt barî û lehî li hin deveran rabû, ji bilî ziyanên madî jî, hejmarek kesan canên xwe ji dest dan û hin kesên din jî winda ne.

Lehî bi taybetî li deverên başûrê rojhilatê Hewlêrê rabûbû, gelek xanî di bin avê de man, beşek ji riyan ji ber kombûna avê hatin girtin û gelek otomobîl dane ber xwe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê komîteyek ji bo lêkolînkirina sedemên lehiyê pêk anî û daxwaz ji rayedarên pêwendîdar kir ku di zûtirîn dem de ziyanan binirxînin û xelkê ziyanpêketî qerebû bikin.

Heta niha amara qurbaniyan wiha ye:

- Daner Nebez, zarokekî 10 mehî ye  û heta niha termê wî nehatiye dîtin

- Xedîce, pîrejineke 80 salî ye

- Bîrhat Emîn, Kurdekî Êzidî ye

- Emîne Kerîm, jineke 35 salî ye

- Resûl Cuma, ciwanekî 27 salî ye

- Omêd Mamend, ciwanekî 23 salî ye

- Mesûd Poldiz, kesekî Tirk e

- Ehmed Yasîn, ciwanekî 23 salî û Ereb e

- Jin û mêrekî Ereb hîna nehatine naskirin

- 2 kesên Nîpalî ne