Navdartirîn rojnamevan û çîroknivîsên Sûriyê, Welîd Mamarî koça dawî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Navdartirîn rojnamevan û çîroknivîsên Sûriyê, Welîd Mamarî ku ji salên heftêyî yên sedsala borî navê wî bi nivîsên rexneyî ve hatiye girêdan, koça dawî kir.

Gelek nivîskar û rojnamevanan duhî nûçeya koçkirina Welîd Mamarî belav kirin û peyamên sersaxiyê şandin, di nav de nivîskar Hesen M. Yûsif ku berê bi dorê di stûna "Keskesorê" de dinivîsand.

Hesen M. Yûsif li Facebooka xwe nivîsî: Birayê min di xamav û xewnan de, nivîskar û medyakarê mezin Welîd Mamarî navnîşana xwe diguherîne. Bavê Xalid ê delal, tu yê di nav me de zindî bimînî.”

Sûriyan Welîd Mamarî bi nivîsên wî yên di stûna "Keskesor" de li ser rûpela dawî ya rojnameya “Tişrîn” nas dikirin, ku wî ji sala 1976an ve di wê stûnê de dinivîsiya.

Mamarî sînorên welatê xwe derbas kiribû û nivîsên wî di rojnameyên Erebî de jî dihatin weşandin, herwiha kurteçîrok nivîsiye û di wî warê de gelek xelat bi dest xistine. Yekem kurteçîroka ku çap kiriye, “Xemên Biçûk” di sala 1971 de bû.

Mimarî bi hezaran gotar û nivîsên di goşeyên rojnamevanan de nivîsandine, ji bilî wî jî, çend komên çîrokan, şanoyên zarokan û senaryoya fîlmê “Tiştek Dişewite” nivîsandine.

Ew endamê redaksiyona rojnameya “Dengê Gel” a Partiya Komonîst a Sûriyê û endamê Desteya Weşanê ya rojnameya “El Domary” ku yekem rojnameya “rexneyî û sîtûrîk” a Sûrî bû.

Mamarî di sala 1941an de li bajarokê Dêr Etiyê yê li gundewarê Şamê ji dayik bûbû û lîsansa di Felsefe û Zanistên Civakî de ji zanîngeha Şamê wergirtibû.