Encûmena Asayişa Kurdistanê mikurhatinên grûpeke teroristî ya DAIŞê belav kir

Di plana vê grûpê de bû ku di rojên bê de kiryarên teroristî pêk bînin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê mikurhatinên grûpeke ser bi rêxistina teroristî ya DAIŞê ve belav kir ku ji aliyê Dijeterora Kurdistanê ve hatibû desteserkirin û plan danîbûn di rojên bê de kiryarên teroristî pêk bînin.

Deqa daxuyaniya Encûmena Asayişê:

Desteserkirina grûpeke Wîlayeta Şîmal Bexdad ya ser bi rêxistina teroristî ya DAIŞê ve

Rêveberiya Giştî ya Dijeterora Kurdistanê grûpeke Wîlayeta Şîmal Bexdad ya ser bi rêxistina teroristî ya DAIŞê ve li bajarê Hewlêrê desteser kir.

Ev grûp ji grûpeke emnî pêk hatibû û di dema borî de mefrezeyek li bajarê Hewlêrê dirust kiribû û kesên xwekuji ji vê mefrezeyê re dabîn kiribû û karîbû 3 xwekujan peyda bikin.

Di kiryareke teroristî ya vê grûpê de, yek ji xwekujan bi navê (Hîdayet) roja 19ê Tîrmeha 2021ê roja Erefata Cejna Qurbanê, xwe li navçeya Medîne ya bajarokê Sedir ê ser bi Bexdayê ve xwe teqandibû.

Vê grûpê çek û pêwîstiyên serbazî kiribûn û şandibûn Bexdayê, hevdem jî di plana wan de bû kiryarên teroristî yên zêdetir pêk bînin, lê bi hewl û çavdêriya dezgeha ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê, hat aşkerekirin û endamên vê grûpa teroristî destser bikin.