Fransî mûzexaneya Mûsilê nûjen dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dema DAIŞê bajarê Mûsilê dagîr kir, mûzexaneya bajarê wêran kir û piraniya perçeyên şûnwarî şikandin. Niha tîmeke şûnwarnasî ya Mûzexaneya Louvre ya Fransayê hatiye Mûsilê û kar ji bo nûjenkirina mûzexaneyê û bihevxistina perçeyên şikandî dikin.

Tîmeke şûnwarnasî ya Mûzexaneya Louvre hatiye Mûsilê û kar ji bo nûjenkirina mûzexaneyê û bihevxistina perçeyên şikandî dikin û karmendên mûzaneyê jî fêrî çawaniya serederiya bi van perçeyên şikandî dikin.

Karên li mûzexaneya Mûsilê

Pisporê Şûnwarnasiyê yê Mûzexaneya Louvre Daniel Ibled ragihand, “Erkê me yê sereke, fêrkirina kamendên mûzexaneya Mûsilê ye, da ku bizanin çawa serederiyê bi van kêşeyan re bikin.”

DAIŞê di sala 2014an de, mûzexaneya Mûsilê wêran kir, niha jî kar ji bo komkirina perçeyên şûnwarî û bihevxistina wan bi awayekî zanistî tê kirin, ji bo ew peyker wek berê bêne vegerandin.

Karên li mûzexaneya Mûsilê

Di wê derbarê de, Şûnwarnasê Iraqî dibêje: “Piştî hatina DAIŞê bo Mûsilê, piraniya perçeyên şûnwarî şikandin û hin jî dizîn. Niha kar ji bo nûjenkirina peykerên şikandî yên wek ‘ga û şêrê bi basik û textê şah’ tên kirin.”

Pisporên şûnwarnasiyê yên mûzexaneya Louvre diyar dikin, li gor alavên karkirinê û asta ziyanên perçeyên şûnwarî, karê ji bo nûjenkirina mûzexaneya Mûsilê, dibe ku 5 salan dirêj bike.

Beşek ji perçeyên şûnwarî yên li mûzexaneya Mûsilê