Wezareta Pêşmerge: Bi girîngî li hevkarî û hevkariyên Amerîka dinêrin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û Balyozê Amerîka li Iraqê derbarê dawî pêşhatên ewlehî û serbazî yên navçeyê civiyan.
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller û şandeke dîpolomasî û serbazî ya wî welatî civiya.
Di daxuyaniyê de hat: “Di civînê de, guftûgo derbarê dawî pêşhat û bûyerên navçeyê û mîkanîzma rûbirûbûna teroristên DAIŞê hatin guftûgokirin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat: “Wezîrê Pêşmerge behsa hevahengî û hevkariyên artêşa Amerîka bo hêzên Pêşmerge kir û tekezî li ser berdewamiya dostanî û pêwendiyên di navbera gelê Kurd û Amerîka hate kirin.”
Wezîrê Pêşmerge got “Ji destpêka şerê li dijî teroristan ve, artêşa Amerîka hevşana hêzên Pêşmerge û welatên Hevpeymanan rola wê ya mezin di şikandina teroristan hebû. Em bi girîngî li hevkarî û hevahengiyên Amerîka dinêrin.”