Pedersen: Çareseriyeke leşkerî li Sûriyê xeyal e
Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê Geir Pedersen ragihand, ti çareseriyeke leşkerî li Sûriyê ne pêkan e û da zanîn jî, hemû aliyên şer li Sûriyê ketine nav xetimandineke stratejîk.
Li gor ajansa nûçeyan a Rûsî “TASS”, Pedersen got: “Hemû alî li ser erdê ketina nava xetimandineke stratejîk, ev 21 meh in dewam dike û ti guhertin çênabin.”
Got jî: “Ev bi zelalî nîşan dide ku aliyek an hevbendiyên wan, nikarin vê pirsê çareser bikin û çareseriya leşkerî jî xeyalî ne pêkan e.”
Pedersen tekezî li ser giringiya kedên ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ya dîplomatîk kir û da zanîn ku ew bi niyaz e di destpêka sala bê de şêwirên bi aliyan re ji bo organîzekirina gereke nû ya Komîteya Destûrê bike.
Pedersen di destpêka vê mehê de jî gotibû: “Komîteya Destûrî ya Sûrî nikare bi tena serê xwe kêşeyê çareser bike”
Gera şeşem a Komîteya Destûra Sûriyê roja 22ê Cotmeha borî li Cenêvê bi amadebûna şandên rêjîma Esed, opozisyon û civaka sivîl û di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de bêyî ku bigihin ti encamekê bi dawî bûbû.
Pedersen di wê demê de gotibû: “Gotûbêjên Komîteya Destûrê li Cenêvê bêyî bidestxistina ti lihevkirinekê li ser çar prensîbên destûrî bi dawî hatin” Got jî: “Em negihiştin tiştê ku me dixwest bidest bixin.”